Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
EFRÎN
Li Efrînê bajarê Sûriyeyê berhevkirina zeytûnan dest pê kir.
Cotkar û xwediyên zeviyên zeytûnan piştî ku Efrîn ji terorîstan hat paqijkirin vegeriyan bexçeyên xwe kirin û dest bi berhevkirinê sebze û fêkiyên xwe kirin.

Ji cotkaran Xetîca el Yusif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî herêm ji terorîstan hat paqijkirin hemû kes vegeriyane zeviyên xwe û wiha axivî: "Îsal zeytûnên me zehf in. Ev wê ji me re bibe heyameke baş. Serî da li zeviyan gelek mayin hebûn lê hemû hatin paqijkirin. Em ji kesên ku bona vegeriyana me ku alîkar bûne spas dikin."

Ji cotkaran Celal Nacar jî got ku wan ji darên zeytûnan îsal gelekî îstifade kirine û wiha dewam kir: "Îsal çekên darên me yên zeytûnê tijî ne. Şikûr jî Xwedê ra. Berê PKKya rêxistina terorê dihatin li vê derê û li gorî kêfa xwe bace distand in. Rêxistinê ji her febrîqayekê 30-50 tenake rûnê zeytê dibirin. Êdî ew tişt qediya."
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad di 18ê Adarê da bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji terorê paqij kiribûn.