26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
HATAY
Fayîkiye Sokera 112 salî ya li Samandagiya navçeya Hatayê dimîne û wekî "pîra herî mezin" a herêmê tê nasîn, xwedî 120 neviyî ye.
Malbata pîra ku piştî mirina zilamê xwe hat cem bûka xwe ya li Taxa Kapisûyûyê bi cih bû, malbateke mezin e. 8 zarok û 120 neviyên pîrê hene, herwiha cara du carê jî nevîçirkê xwe dîtin.
Pîra Fayîkiyeya ku emrê wê zêdetirî esrek e heta niha zêde neçûye nexweşxaneyê û bi emr û tendûristiya xwe bala hemûyan dikşîne.
Pîrêya ku li ba bûk û neviyên xwe dimîne, sibê heta êvarê li ser paldanka ber pacê ji nevî û dewletê ra dia dike. Pêdiviyên rojane yên pîrê, bûk û neviyên wê bi cih tînin.
Pîra 112 salî, bi xeberên xwe yên xweş bûye şênika malê. Herwiha ne tenê ebetiya neviyên xwe ebetiya nîvê jinên herêmê kiriye û bûye "pîra herî mezin" a li herêmê.
Pîra Fayîkîyeyê derbarê emrê dirêj û tendûristiyê da ji nûçegihanê AAyê ra wiha xeberda: "Xwedê kir nesîb, min ewqas emir kir. Xwedê emrekê bixêr bike nesîbê hemûyan. Min bal dida xwarin û vexwarina xwe û ez têr radiketim. Bila ciwan balê bidin xwarin û vexwarina xwe. Ez baldar bûm, hê jî dijîm."
Pîra 112 salî keniya û got yek ji sirên emrê dirêj jî "ken" e.
-Ebeya ewil a gund
Hanîfî Sokerê (42) neviyê pîrê got ku di qeydên fermî da dîroka jidayikbûnê ya pîrê "1ê tîrmehê 1904" e.
Soker got em bextewar in ku pîra me hê jî li dinê ye wiha dewam kir: "Xwedê emreke dirêj bide. Înşallah Xwedê emreke ewqas dirêj bike nesîbê me jî. Pîra min a dinê di 104 saliya xwe da û kalê min jî di 100 saliya xwe da wefat kir. Pîra min heta îro baş bû, înşallah ji vir pê va jî nexweş nekeve. Di heman demê da ebeya ewil a gund e. Ewil pîra min ew li gundê me bi cih dibe û li vir pîra min wek ebeya ewil a gund tê nasîn. Di eydiyê da hemî tên wê ziyaret dikin. 120 neviyên wê hene û li gund kesek ji wê mezintir tune ye. Wek şahideka dîrokê ye."
Ferîde Sokera (52) bûka pîra Fayîkîyeyê jî got ku ew 32 salin li ba xwesuya xwe ye, wekî diya xwe wê xwedî dike û wiha xeberda: "Mêrê min rehmet kir. 32 salin em bi hev du ra ne. Em ne wekî xwesû û bûk wekî dê û qîz in."
Pîra ku her gav bîranînên xwe ji neviyên xwe ra vedibêje, bîranînek xwe wiha qise kir:
"Em hê zarok bûn, mala me li gund bû. Gotin dengek tê. Min got 'hey ev çi deng e?' Heta wê çaxê kes teyare nedîtiye, nizanin çi ye. Pişt ra me lê mêze kir, bi ser gundê me va hat me got 'eha çûkeka mezin di ser gund ra difire.' Wê çaxê me digot qey teyare çûkeka mezin e, em nizanibûn ku çi ye."