28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
HATAY
Erdal Atayê Waliyê Hatayê der heqê kesên ku ji Telafera navçeya Mûsilê direvin û ji ser Sûriyeyê da derbasî Hatayê dibin wiha got: "Me bi Walîtiya Kilîsê ra xeberda. Em ê wan bişînin kampa li aliyê Sûriyeyê. Em ê kesên ku sînor derbas dikin deport bikin."
Ata daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku kesên ji Telaferê direvin ji bêçaretiyê ji ser Sûriyeyê da derbasî Hatayê dibin.
Ata destnîşan kir ku gefan li xelkê herêmê dixwin û wiha got: "Ev kes jîji bêçaretiyê ji ser Sûriyeyê da derbasî Hatayê dibin. Mixabin em nikarin wan qebûl bikin. Li ser sînor yên ku tên qefaltin tên dermankirin û alîkariya wan dikin. Me bi Walîtiya Kilîsê ra xeberda. Em ê wan bişînin kampa li aliyê Sûriyeyê. Em ê kesên ku sînor derbas dikin deport bikin."
Rahmî Vardiyê Serokê Komeleya Alîkariyê ya Hatayê jî diyar kir ku ji ber bûyerên terorê yên li Iraqê kesên malên xwe diterikînin ji ser Sûriyeyê da derbasî Tirkiyeyê dibin.