Elif Irmak
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 06 Nîsan 2020
Nanê tendûrê yê ku welatiyên li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gelekî tercîh dikin bû debara jinên Agiriyî.
Îsa Dalmazê ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê çendî salan nanpêjî kir bi vegeriya memleketê xwe û bi mala tendûrê ya ku li Kolana Wana Kevn vekir piştgirî da îstihdama jinên li herêmê.
6 jinên ku li mala tendûrê dixebitin û debara xwe dikin her roj sibehê zû tendûdê berdidin û dest bi mesaiya xwe ya dijwar dikin.
Jin li tendûra ku bi yewmiyê dixebtin seranserê rojê hevîr distrên û nanê loş çêdikin, bi pereyê ku distînin jî piştgirî didin aboriya mala xwe û perwerdeya zarokên xwe.
- "Em rojane 2 hezar û 500-3 hezar nanî derdixînin"
Xwediyê kargehê Îsa Dalmaz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 35 salan li bajarên cuda nanpêjî kir paşê vegeriya memleketê xwe Agiriyê.
Dalmaz got ku 6 meh berê mala tendûrê vekir û dest bi pehtina nan kir û wiha axivî:
"Ez û keça xwe em bi hev ra vê karê dikin. Li ba me 6 jin dixebitin û debara xwe dikin. Em nanê loş û teptepe derdixînin. Heke ji malan siparîş çêbe em pîdeyên bi goşt jî dipêjin. Em bi vî awayî xizmetê bajarê xwe dikin. Rojane di navbera 2 hezar û 500î- 3 hezarî da nan derdixînin. Heke jinên dixwazin bên bixebitin hebin bila bên em ê hildin kar. Em rojane 65 lire yewmiye didin."
Dalmaz diyar kir ku nanê dipêjin hem li kargehê hem jî li marketan difroşin.
Ji jinan Hediye Novayê jî got ku 3 sal e ji bo ku li malê bixwin nanê tendûrê lê dixe.
Novayê got êdî pehtina nanê tendûrê bû pîşeya wê û behs kir ku bi xebatê hem piştgiriyê dide debara malbatê hem jî wextên xwe yê vala dinirxîne.
Gulcan Işikê jî diyar kir ku êdî li tendûrê nanê xwe dipêje û pere qezenc dike û hewcehiyên zarokên xwe pêk tîne.