Türkan Tosun
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 05 Nîsan 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ji ber berfê her der bi rengê spî nixûmî, berfîn û kulîlkên di binê berfê da man jî dîmenên xweş derxistin holê.
Li navçeya Ovacixê ya ku raqima wê 1500 e û di nav çiyayên Munzurê da ye her sal di dawiya meha adarê da berfîn û gulberfîn vedibin.
Ji ber ku duh ji nişkê va berf barî hemû kulîlk di binê berfê da man.
Berfîn û kulîlkên di binê berfê da man dîmenên xweş derxistin holê.

Welatî Ozkan Aktîmur ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew du demsalan bi hev ra dijîn û wiha axivî: "Hewa germ bûbû, lê dîsa berf barî. Kulîlkên nû dest bi verikirinê kiribûn di binê berfê da man. Em du demsalan bi hev ra dibînin. Li Çiyayên Munzurê bi mêtroyan berf heye, li navenda navçeyê jî bihar rûyê xwe nîşan dide."