08 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
HATAY
Jinên ji Sûriyê yên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê, digel êş û kedera ku bi ser wan da hat bi dijwarî hewl didin ku li ser piyan bimînin.
Ji jinan, hinek jê mêrê wan mirin, hinek jê zarokên wan mirin, hinek ji wan jî eqrebayên wan mirin. Ev jin aniha jî di nava hewl û mijûliya avakirina jiyaneke teze da ne. Jinên ku di tesîra hemleyên asîmanî da man an jî di nîvê şer û pevçûnê da birîndar bûn, vêga li Reyhanliya navçeya Hatayê hewl didin ku wan rojên xemgîn û keserkuj jibîr bikin.
Munteha Abbekeya 27 salî û dayika 2 zarokan ku di heman demê da hemşîre ye û di hemleya asîmanî ya Rûsyayê da dayika mir, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku 3 meh berê ew hatin Reyhanliyê. Abbekeyê wiha xeberda, "Piştî ku dayika min jî mir, êdî tu star nema ku em xwe bispêrinê. Bavê min bi salan berê wefat kiribû, ez û mêrê xwe jî em digel zarokên xwe hatin Reyhanliyê. Pênc sal e hemşîre me, lê ji ber şer min nikaribû pîşeya xwe bikim."
Abbekeyê diyar kir ku ew dixwaze karê xwe bike û bi wî awayî xizmeta mirovan bike û got ku seba siberoja zarokên xwe ew berxwedana jiyanê dide.
Meryem Turk a 28 salî ya ku 2 sal berê hat Reyhanliyê jî got ku ew gelekî kêfxweş e ku hatiye Tirkiyeyê.
Turkê diyar kir ku demeke dirêj e ku wê ji xizmên xwe xeberek nestandiye û wiha axivî, "Ez li Reyhanliyê digel xizmên xwe di odeyeke yekçavî da jiyana xwe didomînim. Em bi karên rojane derbasiya xwe dikin. Ji ber ku canê me di emniyetê da ye em aram radizên."
- Bombeya warêlê wê mehkûmê sandalyeya bitekerek kir
Xaldiye Segala 80 salî jî diyar kir ku bombeya warêlê ya hêzên rejimê nêzîkî mala ket û wiha pê da çû, "Perçeyê şarapnelê li laşê min ket û ji wê rojê virda ez sandalyeya bitekerek bi kar tînim. Ev salek e ez li Reyhanliyê bi kur û qîza xwe ra dijîm. Ez dixwazim şer biqede û vegerim welatê xwe."
- Li Tirkiyeyê bû dayik
Ragde Qaddûra 20 salî ya ku 3 sal berê zewicî û ji neçariyê mala xwe ye teze terikand jî got ku şer û pevçûnan xewn û xeyalên wê têk bir.
Qaddûrê diyar kir ku ew digel 16 neferên malbata xwe ji bajarê Hemayê yê Sûriyeyê hatin û wiha pê da çû:
"Ev du sal e em li Reyhanliyê ne. Mala me di bombardûmanê da kavil bû. Me teze daweta xwe kiribû, lê ji neçariyê em revîn. Keçên min ên cêwî çêbûn. Bebikên min ên 6 mehî, zahf şikir, baş in, seba siberoja wan ez mecbûr im li ser piyên xwe bimînim."