08 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ANKARA
Jinika 18 salî ya ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviya û xwe sipart Tirkiyeyê, di odeyeke mala xwe da kuaforiyê dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji 20 milyonên kesên ji Sûriyeyê 13 milyon û nîvek şîr û şerpeze bûn.
Fatma El-Heca ku 2 zarokên wê hene û ji ber êrîşên rejimê dikana wê ya kuaforiyê ya li Seyf El-Dewleya Helebê xera bû, yek ji wan penaberan e ku xwe sipart Tirkiyeyê.
El-Heca ku di odeyeke mala xwe da kuaforiyê dike, destnîşan kir ku di sala 2013yan da ji ber bombebara hêzên rejimê dikana wê ya kuaforiyê hilweşiyaye.
El-Hecê diyar kir ku di sala 2013yan da ji ber bombebaranê xwe sipartiye Reyhanliya navçeya Hatayê û wiha xeberda: "Ji ber ku emrê min biçûk bû ne nasname û ne jî pasaport didan min. Li Reyhanliyê kirê biha bûn. Min bihîst ku li Enqereyê kirê erzan in, ez hatim Enqereyê û sal û nîvek heye ku li Enqereyê dijîm."
Fatma El-Hecê destnîşan kir ku ji bo debara xwe bike jî 4 meh ewil di odeyeke mala xwe da dest bi karê kuaforiyê kiriye.