13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
MÛŞ
Jinên ku li Mûşê dijîn beriya ku berf bibare amadehiyan dikin û xwarinên ji bo zivistanê çêdikin.
Li navenda gund jinan sîtil danîn li ser agir, keleman zer dikin ku paşê pê van keleman ve tirşînê û dolmeyan çêbikin.
Emîne Karakayaya ku li gundê Baglara girêdayî navenda Mûşê dijî got ku wan dest bi çêkirina xwarin û xurekên zivistanê kiriye.
Karakayayê got ku zivistanê herî zêde dolmeyên keleman tên çêkirin û wiha axivî: "Em kelamn zer dikin, dixin bîdonan û li cihên sar vedişêrin. Zivistanê em dolmeyên bigoşt û bisîr çêdikin. Hema bibêje du rojan carekê li her malê ev xwarin tê çêkirin. Em van kelaman ji eqrebayên xwe yên ku li Enqere, Îzmir, Stenbol û bajarên din dijîn re jî dişînin. Kelemên li vir xweş in û ji bo gelek nexweşiyan şifa ne."