13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
ANKARA
Sepana lastîka zivistanê ya wesayîtan bona wesayîtên bazirganiyê yên ku di navbera bajaran da bar û rêwiyan vediguhezînin, di 1ê berfanbarê roja pêncşemê dest pê dike.
Li gorî "Rêziknameya Toleransên der barê Pîvan, Usûl, Kişandin û Qeda Barkirina Wesayîtan da" ya ku ji aliyê Wezareta Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê va hat amadekirin û di 2012an da ket rewacê, wesayîtên ku lastîka zivistanê li ser nebin dê nikaribin rêya xwe dewam bikin. 602 lire cezayê pere dê ji kargerîvanên wesayîtên ku quralê bicih nakin ra bê birîn. Sepana navborî dê di 1ê nîsanê da bidawî be.
Sepan, ji bo wesayîtên ku lastîka zivistanê li ser nîne û tevdîrên xwe yên zivistanê nestandine, li ser rêyan nemînin û însanan mexdûr nekin, hat destpêkirin.
Par di demsala zivistanê da ji ber ku lastîka zivistanê neavêtibûn ser, bi tevahî milyonek û 951 hezar û 119 lire cezayê pere ji 3 hezar û 313 xwediyên wesayîtên bazirganî yên ku di navbera bajaran da bar û rêwiyan vediguhezînin, hat birîn.