Li gundê Esenyaziya ku girêdayî navenda Qersê ye dayîkek 2 keçên xwe yên ku astengdar in, ji bo ku pêwistiyên xwe yên rojane bicih bînin, wan li ser pişta xwe digerîne.
Faîk û Naciye xizmê hev in û bi hevdu re zewicîne. Niha jî du keçikên wan hene. Ji keçikan Bîngul Înangaç 22 salî û Hatîce Înangaç jî 13 salî ye û herdu jî astengdar in. Hatîce Înangaç her roj 200 mitro li ser pişta dayîka xwe diçe dibistanê.
Bavê keçikan Faîk Înangaç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku sendelyeyê biteker tuneye ji ber sedemê jî jina wî jî keça xwe dide pişta xwe û dibe dibistanê. Înangaç ji bo keça xwe ji rayedaran sendelyeyê biteker xwest.
Înangaç wiha dewam kir: "Keça min giran e û em nikarin bidin pişta xwe. Keçên min ji xwedêdayînê ve wiha ne. Me keçên xwe li Îtanbûlê jî li Qersê jî bir bijîşkan. Lê ji ber ku bi keçên min re nexweşîna masûlkeyê hebû bijîşkan ew emeliyet nekirin."
Nacîye Înangaçê jî diyar kir ku jiyana keçên wê pir bizehmet e û ew jî ji qelbê xwe nexweş e.
Înangaçê diyar kir ku keça wê ya biçûk dixwaze bixwîne û wiha got: "Di mala me de ne serşo ne jî avrêj heye. Ji ber vê yekê jî ez gelek zehmetiyê dikşînim. Ez keça xwe her roj li pişta xwe dibim û tînim. Dibistan dûr e û hewa ji sar e. Rewşa min gelek zor e."