ADIYAMAN
Kaan Sermîsakçiyê 10 salî, dema ku di sikakan de fitbol lîst, beşdarî bijartinan bû û bi ser ket. Kaan bi Barcelonayê re ji bo 2 salan peyman mohr kir û dixwaze bibe Messiyê nû yê Barcelonayê.
Sermîsakçî di dema piçûktiya xwe de li lîsta kekê xwe yê mezin nihêriye û hewasa wî jî ji fitbolê re hatiye û dest pê kiriye lîstiye. Barcelonaya ku ji Lîga Fitbolê ya Yekemîn ya Îspanyayê (La Lîga) ye, di meha sibatê de li Stenbolê ji bo fitbolîstan bigre mirov neqandin. Sermîsakçî jî beşdarî vê bijartinê bû û rayedarên kulûbê bi malbata Kaan re 2 sal peyman mohr kir. Kaan nêzî 4 berê bar kir û çû Stenbolê û di tesîsên Stenbolê yên Barcelonayê de dixebite.
Ayşe Sermisakçiya dayîka Kaan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her du kurên wê jî di tîmên amator de dilîzin û got ku Kaan jî ji piçûktiya xwe û heta niha bi kekê xwe re top dilîze.
Sermîsakçiyê daxuyand ku wan kar û barê pasaportê Kaan temam kir û got ku kurê wê wê di meha hezîranê de here Îspanyayê.
Kaan jî diyar kir, ew ji ber ku di Barcelonayê de dilîze, pir kêfxweş e.
Kaan got ku xebatên wî pir xweş diçin, antrenman pir bi dîsîplîn in û wiha dewam kir: "Ez di paşerojê de dixwazim ku bibim 'junior Messi'. Min dixwast ku ez di Barcelona an jî Real Madrîdê de fitbol bilîzim. Ez vêgav nêzî xeyalê xwe bûm."