Qereqola Hidûd a Şehît Çoban a ku di çarçoveya "Projeya Qereqola Hidûd ya Pêşerojê" ya TSKyê de bi teknolojiya herî dawîn hat techîzatkirin, nahêle li sînorê Sûriyeyê çivîk bifire.
Bi saya serê qerekola teknolojîk li sînorê Sûriyeyê derbasbûnên dereqanûnî û kêm bûn û têkoşîna bi qaçaxçîtiyê re jî bi pêş ket.
Qereqola Hidûd a Şehît Çoban a ku li Kiziltepeyê ye bi Pergala Ewlehiya Fizîkî ya Sînor (SFGS) hat parastin û lê teknolojiya herî dawîn tê sepandin.
Di çarçoveya projeyê de li qadên ku di berpirsyariya qereqolê de ne kamera û sensor hatin bicihkirin. Ji qamerayan du hebên wan dîmenên derdorê berfireh qeyd dikin û dudoyên wan jî ji nêz ve dikarin dîmenan qeyd bikin, 13 qamerayên ku di bircên kontrolê de hatine bicihkirin jî 24 saetan bênavber qeydên xwe didomînin.
Bi xêra vê teknolojiyê derbasbûnên dereqanûnî û daketin û têkoşîna bi qaçaxçîtiyê re zêde bû.
Di qereqolê de ji bilî qamerayên bi şev dikarin dîmenê bikşînin qamerayên termal jî hene û dema ku li cihên qamera dibîne tiştek biqewime pergal hişyariyê dide û esker diçin cihê bûyerê.
Qereqol li qada ku di berpirsyariya wê de ye bi zimanî "kurdî, tirkî û erebî" ve kesên dixwazin dereqanûnî ji sînor derbas bibin hişyar dike.
Eskerên ku li qereqolê wezîfedarên ji pergalê memnûn in.