ŞANLIURFA
Walîd Bektaşê (67) ku ji ber şerê li Sûriyeyê revîbû xwe sipartibû Tirkiyeyê li hêviyê ye ku eqrebeyên xwe û nêviyê xwe yê ku hê nedîtiye bibîne.
Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da di 5 salan da bi hezaran kesên ku zarok û jin jî tev in mirin, bi milyonan kes jî mecbûr man û xwe sipartin Tirkiyeyê û welatên din. Sûriyeyiyên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê li hêviyê ne ku eqrebeyên xwe yên ku li Sûriyeyê man dîsa bibînin.
Bektaşê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qasî 4 salan e ku di konbajarê li Eqçeqeleyê ye da dijî.
Bektaş destnîşan kir ku beriya şer li nêzîkî Şamê çayxaneyeke wî hebûye, ji ber ku pevçûn giran bûn bi serê xwe reviye û xwe sipartiye Tirkiyeyê.
Bektaş diyar kir ku haya wî ji eqrebeyên wî yên ku ki welatê wî mane tune û wiha axivî: "Du lawên min li dijî rejima Esed şer dikin, jina min jî nexwest ku wan bi tenê bihêle û ji ber vê bi min ra nehat. Ez êdî kal im, min nikaribû li wê derê bisekinim. Zarokên min, jina min, xuşk û birayên min û eqrebeyên min li Sûriyeyê man. Ez nikarim ji wan xeberekê hildim. Wek mayîn jî nikarim herim li wê derê wan bibînim."
Bektaş got ku beriya şer 2 lawên wî zewicîn lê belê neviyên xwe hê nedîtine.
Bektaş diyar kir ku piştî ku hat Tirkiyeyê 2 neviyên wî hatin dinê û wiha axivî: "Ez navên neviyên xwe nizanim û min heta niha ew qet nedîtin. Ez zehf dixwazim neviyên xwe bibînim. Heta vî emrê xwe ez tu carî ji 2 mehan zêdetir ji malbata xwe dûr nemabûm li belê ji ber şer ev 4 sal e ji welat û malbata xwe dûr dijîm."
Bektaş got daxwaza wî ew e ku aramî bê welatî wî û wek rojên berê bi malbata xwe ra bê bal hev. Bektaş ji ber alîkarî û tevkariyên wan ji welatiyên Tikriyeyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra sipas kir.