Türkan Tosun
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Li Kapadokyaya yek ji cihê herî navdar ê turîzma Tirkiyeyê ye bi hatina biharê kulîlkên rengbireng vebûn.
Kapadokyaya ku bi zinar, manastir, kevirên cinan û gelek dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî va balê dikşîne di Lîsteya Mîratên Çandî û Xwezayî yên Dinyayê yên UNESCOyê da cih digre.

Kapadokya niha bi kulîlkên reng rengî va xemilî ye. Kevirên cinan û kulîlk bi hev ra dîmenên xweş derdixin holê û eleqeya turîstan dikşînin.
Turîstên li herêmê digerin beybûnan berhev dikin, wêne û dîmenan dikşînin.

- "Ezê ji hevalên xwe ra behsa van dîmenên bêhempa bikim"
Turîst Jason Stevensê ji Zelandaya Nû got ew bi malbata xwe va hatiye Kapadokyayê û heyirî maye.
Stevens got rengên biharê, kevir û zinarên li herêmê dîmenên bêhempa derdixin holê û wiha dewam kir: "Dema ez vegeriyam welatê xwe ezê ji hevalên xwe ra behsa van dîmenên bêhempa bikim. Ezê ji wan ra pêşniyaz bikim bila ew jî bên bibînin. Lewra ev der nuwaze ye."

Mustafa Narterê bi wesayîteke klasîk va li herêmê digere û turîstan digerîne jî got dema mêvanên wî bixwazin bigerin ew tên li van cihên xweş digerin.
Narter got dema ew tê gera van deran rûhê wî teze dibe û mêvanên wî jî bi gera vir kêfxweş dibin.