Haydar Şahin
20 Adar 2021•Rojanekirin: 20 Adar 2021
Li Qersa zivistana wê bi zor û zihmetî derbas dibe ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan biharê jî bi şev û bi roj dixebitin.
Li Qersa bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê gelek gêdukên bilind hene, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ên wekî "pilingên berfê" tên binavkirin guh nadin berf û bagerê ji bo vekiriya rêyên girtî hewl didin.
Ekîbên bi kirêder, kepçe û rotatîfan bi şev û bi roj xebatên xwe didomînin mesaiya zivistanê di biharê da jî didomînin.
Li hin ciyan qalindahiya berfê digihêje 5 mêtroyan, ekîb li hemû herêman bi ekîbên tenduristiyê yên hewl didin bigihêjin nexweşên li gundan ra xebatên xwe bi kordînasyonê dikin.
24 saetên 7 rojan li ser wezîfeyê ne
Osman Cengîzê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîb 7 rojên hefteyê 24 saetan dixebitin.
Cengîz diyar kir ku ekîbê di şertên dijwar ên zivistanê da dixebitin û wiha pê da çû: "Li navenda bajêr û 7 şantiyeyên me xebatên paqijkirina berfê dewam dikin. 80 ekîb bi 44 makîneyan xebatên xwe bênavber didomînin. Di vê derê da ya ji bo me girîng ew e ku pêşiyê bigihêjin alîkariya nexweşên acil û xwendekarên diçin xwendingehan. Ji bo rêya hemû gundan bi lez vekin em xebatên xwe bi lez didomînin."
- Bi tevahî 20 hezar kîlomêre rê hat vekirin
Cengîz destnîşan kir ku rêya ciyekî gelek caran vedikin, dema vê dinirxînin jî hetanî niha 20 hezar kîlomêtre rê vekirin.
Cengîz got li hin ciyan qalindahiya berfê derdikeve 5 mêtroyan, ji bo welatî mexdûr nebin welatî bênavber dixebitin.
Halîs Tîkîcîeriyê mixtarê gundê Borlukê jî got ligel biharê ji ber berf û bagerê rêyên gundan tên girtin.