Haydar Şahin
17 Adar 2020•Rojanekirin: 21 Adar 2020
Karliovaya navçeya Bîngolê piştî barîna berfê bi xêliya sipî xemilî lê zor û zehmetî jî lê çêbûn.
Piştî berfa ji do êvarê pê va dest bi barînê kir qalindahiya berfa li navçeyê derkete 25 samtêman.

Bi berfê navçe çîl û sipî bû, ekîbên şaredariyê li navenda navçeyê ji bo vekirina rêyên girtî xebitîn. Esnafên navçeyê berfa li ber deriyê dikanên xwe paqij kirin.
Ji ber berfê rêya 25 gundên navçeyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Navçeyê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.