Önder Beyter
17 Adar 2020•Rojanekirin: 19 Adar 2020
Mehmet Turkerê 79 salî ku li Şanliurfayê dijî, ligel emrê xwe yê ku pêş da çûye, mîna çavê xwe miqatî kurê xwe Îsmaîl Turkerê 61 salî ye.
Malbata Turker ya ku li Taxa Kendirciya Piçûk a Sirûcê dijî û 5 zarokên wan hene, jê yê herî mezin Îsmaîl wekî astengdarê zihnî hat dinyayê.

Îsmaîlê ku dû ra nexweşiyeke giran derbas kir, ji çavên xwe jî bû. Bavê Îsmaîl jî her wiha ji bo ku kurê wî qenc bibe, têkoşîneke dûrûdirêj da, lêbelê encamek wernegirt.
Mehmet Turkerê ku heta qedera 8 meh berê jî ligel jina xwe li kurê xwe dinihêrî, ji ber ku rêhevala wî wefat kir, barê miqatebûna kur, ket sitûyê wî.
Turkerê ku ji xwarinê heta lixwekirinê hemû pêwîstiyên kurê xwe tîne cih, tu wextî ewladê xwe bi tenê nahêle.
Mehmet Turker di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku kurê wî yê ku nûxwirî ye, astengdar hat dinyayê.
Turker destnîşan kir ku ji ber ku kurê wî astengdar e, wan gelek zehmetî kişand û ligel van zehmetiyan ew timî ji Xwedê ra şikirdar e.

Turkerê bav bal kişand ku rewşa astengdariya kurê wî sal bi sal pêş dikeve û wiha dewam kir, "Îsmaîl 1959an hat dinyayê. 1962yan ez çûm eskeriyê. Gava ez ji eskeriyê vegeriyam her kesî ji min ra got ku Îsmaîl, astengdarê zihnî ye. Dema min lê mêze kir, min jî dît ku Îsmaîl astengdar e û her wiha rewşa Îsmaîl sal bi sal girantir bû. Di halê xwe da ye. Min di wextê da bir ser doxtoran. Doxtor got ku çareya astenga zihnî ya Îsmaîl tuneye."
Turker her wiha bal kişand ku ew gelekî zehmetiyê dikişînin û wiha dewam kir, "Ne hiş û ne jî çavê Îsmaîl heye. Em zehf zehmetiyê dikişînin. Ligel vê yekê jî ez gelekî şikirdar im. Xwedê çi dabe, em jê ra şikir dikin. Ka ez ê çima seba dinyayeke 3-4 rojî, axireta xwe xera bikim? Ev dinya fanî ye. Hinek însan hene li axireta xwe nafikirin, gunehê min li wan tê."
Îsmaîl Turker jî got ku ew zehf ji bavê xwe hez dike.