ADIYAMAN
Fatime Xetîba sûrî bi malbata xwe ve ji ber şer xwe sparte Tirkiyeyê. Keçika 4 salî li Tirkiyeyê nexweşiya pençeşêrê ket, çavê wê yê çepê kor bû û niha benda alîkariyê ye ku bê dermankirin.
Malbata Fatime Xetîbê li Adiyamanê li konbajar dijî. Him Fatime û him jî bavê wê Dîaz Xetîb pençeşêra çerm ketin û niha li hember vê nexweşiyê li ber xwe didin.
Bavê Fatimeyê got ku 6 zarokên wî hene him ew bi xwe û him jî 3 zarokên wî nexweşiya çerm ketine. Lê ya ku rewşa wê herî giran Fatime ye.
Xetîb wiha axivî: "Ura di çavê qîza min de derket mezin bû û çavê wê yê çepê kor bû. Çavê wê yê rastê jî kêm dibîne. Aboriya me nebaş e ku em wê tedawî bikin. Me ew bir Gazîentabê, doxtorên li wir em sewqî Stenbolê kirin. Li wir jî gotin çareya wê tune û ew tedawî nekirin. Pereyê min tune, min bi saya alîkariya dewletê ew bir Stenbolê. Ez ji xêrxazan alîkariyê dixwazim ku qîza min tedawî bibe."
- "Em benda alîkariya her kesî ne"
Diya Fatimeyê Îxlas Xetîbê jî got ku heman leke li ser çermê zarokên wê yên din de jî hene û ew ditirse ku zarokên wê yên din jî nexweş bikevin.
Xetîbê rondik barandin û wiha axivî: "Ji ber ku çavê wê diêşîn ew nikare şev razê. Her tim digrî. Ez dixwazim qîza min baş bibe. Em benda alîkariya her kesî ne."