DIYARBAKIR
Bi hatina biharê li taxên Yaylak, Îslamkoy, Akdorûk, Alaca, Agaçkorûr, Akçasir, Aygun û Dolûnê yên Pasûrê ku li gorî navendê bilind in, giyayê ribêsê şîn dibe. Ribêsa ku tê de vitamînên A, E û Cyê hene li sûkê gelekî tê firotin û ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin.
Mehmet Şahînê ku ribêsê ji zozanan berhev dike û li sûkê difiroşe, got ku ji ber ku debara xwe dike gelekî kêfxweş e.
Şahînê ku ji çiyayên Pasûrê bi zehmetî giyayê ribêsê berhev dike wiha axivî: "Berhevkirina ribêsê gelekî zehmet e. Hin caran 10-15 kîlometre rê dimeşin. Piştî ku em digihêjin cihê ribêsa, pêşiya êvarê em pincara xwe berhev dikin û tînin sûkê difiroşin. Demeke kin bejî em pê debara mala xwe dikin."