Elif Irmak
10 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Li Navenda Kaşûnê ya Merga Botan a ku digel Hekariyiyan ji bajarên hawirdor û welatên cîran gelek hezkiriyên kaşûnê tênê werzişvanên snowboardê dikin dîmenên rengîn derdixînin holê.
Navenda kaşûnê 12 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û bi veberhênana 15 milyon lireyî pîsta wê hat dirêjkirin û pergala telesiyeja çarîn hat avakirin. Hezkiriyên sonwboardê tên navendê.
Piştî ku navenda kaşûnê ket xizmetê ciwanên hezkiriyên snowboardê di her firsendê da tên navendê.
Ciwan derdikevin nizaran snowboardê dikin û demên xweş û bi kelecan derbas dikin. Gurê Sîbiryayê "Ejder"ê ku wekî maskotê navendê ye jî car carna bi ciwanan ra derdikeve lûtkeyê.
- Yildirim: "Em navenda herî guncav a Tirkiyeyê ne"
Kelecana snowboardê ya ciwanên Hekariyî
Midûrê Bajêr ê Werziş û Ciwaniyê Emîn Yildirim daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li gelek cihên welat hewaya biharê heye lê li hin bajêran sitûrahiya berfê li ser 3 mêtroyan ra ye.
Yildirim got ku îsal jimara kesên hatin navendê li gor par zêde ye û wiha axivî:
"Li vir bi qasî 10 antrenorên me hene. Ji bo snowboardê 2 antrenorên me hene. Em di şertên guncav da perwerdeyê didin hezkiriyên kaşûnê. Hem ji hêla perwerdeyê va hem jî ji hêla kirêkirina ekîpmanan va em navenda herî guncav a Tirkiyeyê ne."
- Noyan: "Em li benda herkesê ne"
Emîn Noyanê li navendê peywirdar qal kir ku li tesîsa ku ji herêmê û derva gelek kes tênê heta meha gulanê dikarin kaşûnê bikin.
Noyan bangî hemû kaşûnhezan kir û got ku "Ev der cihekî hêjayê dîtinê ye. Em li benda her kesî ne. Li vir em gurekî Sîbiryayê xwedî dikin.Her kes gelekî jê hez dike. Em bi gurê xwe ra derdikevin pîstê û xwe kaş dikin. Kêfa wî jî tê."
Mustafa Şîmşekê ku hatiye navendê jî behs kir ku bi werzişa snowboard ra mijûl dibe û nirxandina "Em berê kaşbaz bûn. Piştî pîsta nû me dest bi snowboardê kir. Pîsta nû zehf xweşik çêbûye. Em berê 10 deqîqeyan da derdiketin pîstê û deqîqeyek da dihatin xwarê, niha em 15 deqîqeyan da derdikevin û 10 deqîqeyan da têne xwarê. Li her derê berf heye. Ji bo vê werzişê gelekî guncav e. Digel ku em ketin meha adarê jî li her derê 3 mêtro berf heye. Li vir wext gelekî xweş derbas dibe. Em wek kom xwe berdidin xwarê. Demên gelekî xweş û bi aksiyon derbas dikin."