Şener Toktaş
08 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2026
Li Bidlîsê piştî ketina berfê û her wiha sir û seqemê, şembelûk bi Kevirê Qul va daliqîn.
Li bajêr sir û seqema li dû ketina berfê, tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Tehtê li kîlometreya 18emîn a rêbejaya Bidlîs-Diyarbekirê yê ku wekî Kevirê Qul tê zanîn, ji ber hişkiyê cemed girt.
Bi qerimîna ava ji ser Kevirê Qul va tê xwarê, dîmenê sûlava cemedgirtî derket holê û ev dîmen balê dikişîne.
Kevirê Qulê ku di sir û sermayê da di bin şembelûkan da wenda bû, dîmenekî sipehî derxist holê.