Li Bidlîsê pêlava herêmî ya bi navê "xarîk" ku demên berê dihat bikaranîn niha wek eşyayê xemlê tê emilandin.
Xarîk bi destan û bi melzemeyên sirûştî tên çêkirin. Pêlavên ku ji xarîkê ne zivistanê germ û havînê jî hênîk in.
Li Bidlîsê ji ber ku eleqeya li ser kêm bû hosteyên vî karî jî kêm bûn. Haydar Yilmazê ku vê kevneşopiyê dewam dike taybetî ji bo govendgeran xarîkan çêdike.
Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 17 sal e pêlavên xarîkê çêdike.
Yilmaz destnîşan kir ku ev kar li ber wendabûnê ye û wiha dewam kir: "Ez hosteyê dawîn im. Lewra ev huner ji holê radibe. Harîk cureyekî pêlavan e ku li Bidlîsê tê çêkirin. Ji kendir û mûyê bizinê tê çêkirin."
Yilmaz bal kişand ser çêkirina harîkê û got ku di 5 rojan da cotek xarîk tê çêkirin.
Yilmaz qala çêkirina xarîkê kir û wiha axivî: "Bi makîneyê nayê çêkirin. Xarîk bi destan tê çêkirin. Di 12 astan da derbas dibe û tê dirûtin û neqişandin. Êdî tenê tîmên govendê dikin piyê xwe û ji xeynî vê di malan da wek amûrê xemlê tê emilandin."