09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê seba domandina kevneşopiya "fitarê datînin ber derî" ya ku ji serdema Osmanî maye, komeke ji ciwanan tiştên xwarinê dan welatiyên li ser rê.
Ciwan beriya fitarê li çendîn cihên bajêr hatin cem hev, di çarçoveya bernameya "Pênc Kêm ji Fitarê ra" ya ku bi xwe amade kirin da tiştnên fitarê dan welatiyên ku mecbûr man li ser rê fitara xwe vekirin. Di nava îkrama fitarê da nameya ku tê da hedîs nivîsî ye, xurme, av û simît heye.
Serokê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ya Sêrtê Murat Ozekinci yê ku piştgirî da bernameyê, daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku ew hewl didin da ku kevneşopiya serdema Osmaniyan bidomînin.
Ozekinci destnîşan kir ku ew di tevahiya meha Remezanê da li 5 cihên bajêr vê xebatê dimeşînin û wiha got, "Welatiyên ku nagihêjin fitarê, înşallah emê bigehêjin wan. Emê rengekî kevneşopiyê bidin vê xebata xwe. Di dewra Osmanî da meha Remezanê pir girîng bû. Ji ber hindê em jî heml didin ku vê kevneşopiya dewra Osmanî li ser piyan bihêlin."