08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
KÜTAHYA
Recep Gurluyê (59) ku şofêrê teqawid e, li Eskîşehirê dijî. Gurlu di sala 1976an da "Murat 124" model otomobîla ku jê ra "Haci Murat" tê gotin stand û 40 sal in ku wesaîta xwe ji xwe naqetîne.
Gurlu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî ji ber hezkirina otomobîlan salên dûr û dirêj wek şofêr xebitî û teqawîd bû, bi taybetî jî kêfa wî ji wesaîtên klasîk ra tê.
Gurlu destnîşan kir, wî otomobîla xwe ya Murat 124 model di 1976an da kirî û ew halê wî yê orîjînal mihefeze kir û ew wesaîta xwe pir hez dike. Gurlu wiha dewam kir: "Ez bi wesaîta xwe ra radibim, bi wesaîta xwe ra radizêm. Hema bê ereba min her tiştê min e. Ez dikarim bêjim wek bijîşk min tedawî dike."
"Li ber çavê min qîmeta wê ya maddî nayê hed û hesaban"
Gurlu destnîşan kir, ew ji bo ku halê orîjînal ê ereba xwe mihaveze bike, çi ji destan tê dike û wiha axivî:
"Ez 1976an da zewicîm û min heman salê Murat 124 model wesaîta xwe kirî. Min di heman salê da hem jina xwe anî û hem ereba xwe anî. Îsal hem 40emîn salvegera zewaca min e hem jî ereba min dibe 40 salî. Weke ku roja ewil ji fabirqê derketibe, her tiştê wê orîjînal e. Ereba min her tiştê min e. Li ber çavê min qîmeta wê ya maddî nayê hed û hesaban"
Kurê wî jî hejmekarê Murat 124ê ye
Serhat Gurluyê kurê Recep Gurlu jî got ku eşqa wesaîtên klasîk weke ku di bavê wî da heye, di wî da jî heye û ew ji piçûktiya xwe vir va hej wesaîtan dike û wiha dewam kir: "Tê bîra min nayê bîra min ez bi erebeyên klasîk ra mijûl dibim. Wexta ku em bi erebeyên xwe ra mijûl dibin, ev weke terapî ji me ra tê û em hizûrê dibînin."