Önder Beyter
22 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Li Perşembeya navçeya Orduyê kivrîşka qerase ya yeksalî û 12 kîloyî ku bi destê malbatekê ji dervayî welêt hatiye anîn, bala mirovên ku çav pê dikevin dikişîne.
Sînan Agar ku li Taxa Hamidiyeyê ya navçeyê dijî û li Navenda Perwerdeya Pîşeyî mamostetiyê dike, qederek berê bi alîkariya kurê xwe ji Romanyayê ligel du têjikên wê, kivrîşka nêr ku wekî "kivrîşka qerase ya Alman" tê zanîn, anî.
Agar ji bo kivrîşê di odeyeke qata binî ya mala xwe da ciyekî taybet çêkir. Agar di vî ciyê taybet da mîna çavê xwe li kivrîşa yeksalî û 12 kîloyî dinihêre.
Sînan Agar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî bi alîkariya kurê xwe ajelê ku wekî kivrîşa qerase ya Alman tê naskirin, anî.
Agar diyar kir ku kivrîşa yeksalî niha nêzîkî 12 kîlogramî ye û ji ber ku li herêmê berê qet nehatiye dîtin, gelekî balê dikişîne.
Agar got, xelkê navçeyê yên ku kivrîşkê dibînin, metelmayî dibin û pê ra wêne dikişînin û wiha dewam kir, "Welatiyên ku heta niha kivrîşkeke evqas mezin nedîtine, gelekî metelmayî dibin. Eleqeyeke zêde nîşanî kivrîşê didin. Hin mirov hene bi taybetî ji bo dîtina kivrîşkê radibin û tên vê derê. Kivrîşk li navçeyê gelekî navdar bû, gelek kes tên dîtina wî."
Agar herwiha got ku xwedîkirina kivrîşkê bizehmet e û ew gizêr, kelem û gihayê hişk didê û herwiha bi awayekî rêkûpêk aşi û kontrola wê ya cem beytar dike.