Önder Beyter
21 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Gola Masiyan ku raqima wê 2 hezar û 241 e û gola herî bilind a Tirkiyeyê ye, bû yek ji navnîşanên sereke yên geştiyarên ku diçin gera Herêma Rojhilatê Anadoluyê.
Gola Masiyan ku ji aliyê xwezaya xwe va bedewiyeke veşartî ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, salê çar demsal ziyaretvanan hejmetkar dihêle.
Gola Masiyan ku dikeve navbera navçeyên Agiriyê Bazîd û Taşliçayê û li tanga Zozanê Sînekê ye, bi bedewiyên xwe yên xwezayî yên wekî girav, cureyên masî û balindeyan va balê dikişîne.

Fîrmayên turîzmê yên ku li herêmê fealiyetê dikin, li ser daxwaza turîstan, rotayên xwe vegerandin Gola Masiyan.
- "Turîstên ji Ewropayê hejmetkar dimînin"
Mehmet Çevenê rêveberê fîrmaya turîzmê ku li Agirî û Îdirê fealiyetê dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamêrê AAyê da diyar kir, turîstên ku tên herêmê nexwasim dixwazin Gola Masiyan bibînin.
Çeven got ku gol di bernameya gera Rojhilatê Anadoluyê ya gelek turîstên xwemalî û biyanî da heye û wiha dewam kir, "Em turîstên xwemalî û biyanî li herêmê digerînin. Piştî ku em wan dibin Çiyayê Agiriyê, em tên û li vê derê kamp dikin. Komên ku ji dervayî welêt tên, ji kampa vê derê gelekî hez dikin û jê xweş dimînin."

Çeven got ku nexasim ziyaretvanên ji Ewropayê golê gelekî diecibînin û wiha dewam kir, "Turîstên Alman, Fransî wate Ewropî yên ku em wan ji bo şevekî tînin, dixwazin şeveke din jî bimînin. Ji ber ku ev gol hemû talebên wan tîne cih."

- "Gelekî taleb heye, em xwe bi mişteriyan ra nagihînin"
Serkan Yildirim ku li kêleka golê kargeriya qada kamp û pîknîkê dike, diyar kir ku vê axiriyê gelek kes tên dîtina golê û lewma jî wan biryar da ku li vê derê veberhênanê bikin.
Yildirim wiha axivî, "Em difikirin ku veberhênanên mezintir bikin. Taleba ji bo Gola Masiyan gelek e, em xwe bi mişteriyan ra nagihînin. Bi taybetî ji Agirî, Wan, Îdir û Qersê ziyaretvan tên. Em ziyaretvanên ji dervayî welêt jî diezimînin."