İbrahim Yaldız
27 Gulan 2021•Rojanekirin: 01 Hezîran 2021
Koçerên li herêmên rojhilat û başûrê rojhilatê welêt heywandariyê dikin bi germbûna hewayê ra berê xwe didin zozanên hênik ên li Mûş û Hekariyê.
Koçerên li bajarên germ heywandariyê dikin tên zozanên bilind ên Mûş û Hekariya lê heywandariya pêz dikin.
Heywadarên ji Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Batmanê ji bo pezê xwe li herêmên hênik biçêrînin piştî rêwîtiyeke dijwar û dirêj gihîştin Zozana Berçelanê ya li Hekariyê û Çiyayê Qozmayê yê li Mûşê.
Koçerên di mehên gulan-hezîranê da tên herêmê konên xwe vedigirin tengaya 5 mehan li zozanan pezê xwe diçêrînin û ji teknolojiyê dûr dijîn.
- Hizûr û ewlehiya li zozanan
Yavuz Çelîkê ji Batmanê hat Zozana Qozmayê ya li Mûşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî hewa sar bibe ew ê li zozanê bisekinin.
Çelîk got ji jiyana xwe memnûn in û wiha pê da çû:
"Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da hizûr û ewlehî hat zozanan. Zozan bi birên pêz û koçeran şên bûn. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Piştî zivistan zor û zehmet em tên zozanan. Me konên xwe li Zozana Qozmayê vegirt. Dema hewa sar bibe em ê pezê xwe bibin Batman, Diyarbekir û Şanliurfayê. Zozan hê hênik in û li hin ciyan berf heye. Em bi şev di konan da sobeyê dadidin. Çend roj şûn da em dest pê bikin pezê xww bidoşin. Em şîr, penêr û rûnê malan difroşin. Debara xwe bi vî awayî dikin."
Îsmaîl Ozcanê heywandar jî got derketin zozana bi ber û bereket û wiha axivî: "Em konên xwe vedigirin. Em ê li vê derê 4 mehan bimînin û paşê herin herêmên germ. Em êdî bi rihetî derdikevin zozanan. Her cî ewledar e. Heywandarî zor e. Em nanê xwe bi heywandariyê qezenc dikin û kedeke mezin lazim dike. Ji ber ku em hîn bûne ji me ra zor nayê."
Mehmet Akmanê ji Şirnexê hat Zozana Berçelanê ya li Hekariyê jî diyar kir ku 4 sal e tên vê derê.
Akman got Zozana Berçelanê bi xweşikahiyên tebiî û çêreya bibereket tên zanîn û wiha pê da çû:
"Ev dera bi av, hewaya hênik va ciyekî xweş e. Em di gulan û hezîranê da tên vê derê hetanî cotmehê dimînin. Dema hewa sar dibe jî vedigerin memleketê xwe. Em hînî vê jiyanê bûne. Çiqasî zehmetî hebe ewqasî jî bereket heye. Ji Sêrt, Batman, Îdil û Silopiyê koçer tên vê derê. Tengaya 200 bir pez li vê derê diçêre. Herêma me zehf germ e ji ber vê ber û bereket kêm e. Pez li zozanan xurt dibe û şîr dide. Em jî bi şîrê pêz debara xwe dikin."