Ulaş Güven
24 Îlon 2024•Rojanekirin: 25 Îlon 2024
Koma çiyageran a ji Çekyayê hat li siruşta Yuksekovaya navçeya Hekariyê geriya
Çiyagerên Çekyayî yên di çarçoveya bernameya tûrekê da hatin herêmê beşdarî bernameya geşt û gerê ya Komeleya Kluba Sporê ya Çiyagerî û Çanda Ekolojîk ya Yuksekovayê bûn.
Endamên komeleyê û çiyager serê sibê zû hatin herêmê û piştî meşeke ku 3 saet û nîvekê kişand gihan Golên Satê.
Çiyageran li vir ji endamên komeleyê agahî hildan, wêne û dîmenên siruştê kişandin.
Serokê Komeleyê Suat Oztekin daxuyand ku ew ji bo danasîna cih û warên turîstik û siruşta Hekariyê xebatan didomînin.
Oztekin diyar kir ku Oztekin diyar kir ku ew vê gavê mazûvaniya komeke çiyagerên Çekyayî ku ji 15 kesan pêk tê dikin û wiha axivî, "Me çiyager anîn ber Golên Satê, me siruşta herêmê nîşanî wan da. Bernameya me ya turê dewam dike. Emê wan li Geliyê Cenet û Cehenemê jî bigerînin."