Metin Özmen
24 Îlon 2024•Rojanekirin: 25 Îlon 2024
Li Sasona navçeya Batmanê 100 siruşthez, li Geliyê Zorê meşiyan.
Di bernameya ku Kilûba Werzişên Siruştê ya Diyarbekirê (DÎDOSK) û Nûnertiya Parêzgeha Diyarbekirê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê bi hevkarî li dar xistin da siruşthez li newalê civiyan.
Endama Lijneya Rêveberiyê ya DÎDOSKê Semra Bozkir anî ziman ku ew her sal li wî gelî meşê li dar dixin.
Bozkirê destnîşan kir ku ew cih gelekî xweş e û bang li siruşthezan kir ku wê derê bibînin.
Aybars Ekincî diyar kir ku cara yekê ye hatiye wî gelî û gelekî ecibandiye. Her wiha destnîşan kir ku ew bi qasî 7 kîlometroyan meşiyane.
Fulya Kahramanê jî behsa wê yekê kir ku ew gelî cihekî gelekî xweş e û got, "Divê em bi hemî bedewiyên wê va siruştê biparêzin. Ev der cihekî pir xweş e."