Önder Beyter
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
MARDÎN
Welatiyên suryanî yên ku li Mêrdînê dijîn ji ber daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu ya, tapoya goristana Manastira Mor Gabrielê ji ber bêbaldariyê derbasî Xezîneyê bûye û wê bê îadekirin, zehf kêfxweş bûn.
Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrielê Kuryakos Ergun di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, dema ku di 2014an da Mêrdîn bû xwedan statuya bajarê mezin, ev pirsgirêk çêbû û dêr, manastir û goristanên li ser gund qeydkirî, dewrî Xezîneyê kirin.
Ergun got ku paşê ev der bo Serokatiya Karûbarên Diyanetê hatin texsîskirin û di encama îtirazan da jî tapo cardin derbasî ser Midûriyeta Giştî ya Weqfan kirin û wiha pê da çû:
"Daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr bo me pir girîng e. Gelek xebat û piştgiriyên birêz Serokomar, Serokwezîr û hikûmeta me di vê mijarê da hene. Em dixwazin ev xebat fêkî û netîceyên xwe bidin. Heger manastira 2 hezar salî, dêr û eraziyê ser wê, dewrî weqfê bikin, emê zehf kêfxweş bibin. Ev mal, malê welat û weqfê ne."
Serkeşeyê Dêra Dîrokî ya Kirklarê Gabriel Akyuz jî ragihand ku daxuyaniya Çavuşoglu erênî ye û ev daxuyanî bo wan wekî mizgîniyekê ye.
Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu ku li Maseya Edîtoran a AAyê hatibû ezimandin, der heqê îdiayên dest danîne ser dêrên kêmneteweyan da destnîşan kiribû ku mijar der heqê goristaneke Manastira Mor Gabrielê ya li Mêrdînê da ye û wiha gotibû:
"Ji ber biryarên ku li ser maseyê tên wergirtin, mixabin xeletiyeke wiha çêbûye. Şaştêgihêştinek heye mîna ku ev goristana birayên me yên suryanî wê derbasî ser Diyanetê bikin. Lê ev bi rastî jî qewimî. Derbasî ser Wezareta Darayiyê kirin. Lê wekî Midûriyeta Giştî ya Weqfan em van goristan û erdê ser wê cardin îade dikin. Jixwe tu kêşeyek tuneye. Em îadeyî cemaetê dikin."