Türkan Tosun
08 Adar 2020•Rojanekirin: 09 Adar 2020
Şaredariya Agiriyê ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê 300 jin şand Sêrtê ku ew Tirba Weysel Qeranî ziyaret bikin.
Şaredariya Agiriyê ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê çalakiyek li dar xist.
Şaredariyê 300 jin bi otobêsan va şand Sêrtê ku ew Tirba Weysel Qeranî ziyaret bikin.
Midûra Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Agiriyê Sevcan Tuzun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi telîmeta Şaredar Savci Sayan wan ev bername amade kir û wiha dewam kir: "Me ji bo Roja Jinan bernameyeke şahiyê û konser amade kiribû, lê ji ber şehîdên me û rewşa welêt me ev bername betal kir, şûna wê bernameyeke cuda amade kir."