Önder Beyter
08 Adar 2020•Rojanekirin: 09 Adar 2020
Li Tunceliyê li Navenda Kaşûnê Ovacikê ku 5 sal berê bi destê Wezareta Ciwanî û Werzişê bi 5 milyon lire veberhênanê va li navçeya Ovacikê hat vekirin, di meha adarê da kêfa kaşûnê tê kirin.
Navenda kaşûnê ya li navçeya Ovacikê ji ber derfeta mayînê û herwiha pîstên guncan ên ji bo zarok û kesên nû dest bi kaşûnê dikin, gelekî eleqeyê dibîne. Li vê derê digel ku bihar hatiye jî sezona kaşûnê dewam dike.
Kesên ku tên vê navenda ku li tanga gundê Oveçlerê yê 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, di 1500 raqimê da li pêşberî bedewiyên xwezayî kaşûn û snowboardê dikin û herwiha bi xizekê xwe dişiqitînin.
Ziyaretvan Muslum Bayrak di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew li ber xwezaya Ovacikê hejmetkar ma.
Bayrak diyar kir ku ew ji bo nirxandina betlaneya dawiya hefteyê hat navenda kaşûnê û wiha dewam kir, "Ez ji Enqereyê hatim vê derê. Qalîteya berfê pir baş e. Ligel ku li gelek ciyên Tirkiyeyê berf heliyaye, lê li vê derê sitûriya berfê jî bi qasî metreyekî ye."
Kaşûnhez Murat Yonat diyar kir ku ew ji Edeneyê ji bo geştê hat Ovacikê û wiha got, "Me herêm pir eciband. Ev der zehf rind e. Ez pêşniyazî hemû welatiyên me dikim ku werin dîtina vê navenda kaşûnê û herwiha xwezaya vê derê."
Xwendekarê dibistana seretayî Eren Çubuk jî diyar kir ku wî di betlaneya dawiya hefteyê da li navendê kaşûn kir û wextê xwe xweş derbas kir.