Abdullah Söylemez
28 Îlon 2024•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2024
Li Agiriyê nêzîkî Gola Masiyan ku yek ji golên herî raqimbilind a welêt e, bi kameraya telefona mobîl dîmenê werşeqa ku nesla wê ber qelînê ye hat kişandin.
Şivanên ku li derdora Gola Masiyan a bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navçeya Taşliçayê, heywanên xwe diçêrandin, dîtin ku heywaneke wehşî xwe nêzîkî kûçikê wan dike.
Şivan bi kamêraya telefona mobîl dîmenê wê heywanê kişand ku dike ku êrîşî kuçîk bike û piştî demekê ji wê derê dûr dikeve.
Kordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban piştî nerîna li dîmenan diyar kir ku heywana wehşî ya navborî werşeq e.