Esra Ağaçyetiştiren
28 Îlon 2024•Rojanekirin: 29 Îlon 2024
Ji duşemê pê da ewê bakur û beşên navîn ên welêt bikeve bin bandora şiliyê û ewê pileya germê dakeve.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, ewê pileya germê li herêma bakurê rojavayê dest bi daketinê bike. Tê texmînkirin germa li qeraxên bakur ji 4 heta 8 pileyan, li beşên navîn jî ji 12an heta 15 pileyan bê xwarê.
Tê texmînkirin hewaya cemidî roja duşemê li Marmara, Egeya Navîn, Rojavayê Deryaya Reş û rojavayê Anadoluya Navîn, roja sêşemê jî li rojhilatê Anadoluya Navîn û Navîna Deryaya Reş, roja çarşemê li Rojhilatê Anadoluê û Rojhilatê Deryaya Reş, bandorê bike û roja pêncşemê welêt terk bike.
Tê texmînkirin ku li herêmên başûrê welêt di germahiya hewayê da guherîneke berbiçav çênebe.