Elif Irmak
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2020
Li Bazîda navçeya Agiriyê di lehiya ku piştî barana gur derket da zarokek mir û gelek mal û eraziyên çandiniyê zirar dît.
Li gundên bilind ên li tanga Gola Masiyan a li ser navçeya Bazîdê taviya nîvropaş barî guherî lehiyê.

Li mezraya Yolustuya li ser gundê Karaşeyhê Nurşah Taşa 16 salî bi ava lehiyê ket di avê da çû û mir.
Cenazeyê Taşê li çem hat dîtin û ekîbên Tenduristiyê yên Acîl ên 112an bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubazîdê ya Dr. Yaşar Eryilmaz.

Ji ber lehiyê li gelek gundan di mal, axur û eraziyên çandiniyê da xisar çêbû.
AFAD, Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên îtfaiyeyê li herêmê xebat dan destpêkirin.