Hanîfe Tûza 69 salî ya ku 6 zarokên wê astengdar in, zarokên xwe wek dergûşên ku nû ji dayik bûne xwedî dike.
Bi tevahî 11 zarokên Hanîfe Tûzê hene; lê ji 11 arokên wê 6ên ku pêşî ji dayik bûne astengdar in.
Malbata Hanîfe Tûzê ew di 14 saliya wê de bêyî rizayê wê bi Zekî Tûz re zewicandin. 6 zarokên Hanîfeyê yên ewil Omer, Suleyman, Selman, Huseyîn, Yûnûs û Muhammed Alî him ji beden him jî ji aqilê xwe astengdar in.
Piştî 6 zarokên astengdar ên Hanîfeyê 5 zarokên wê yên din jî çêbûn.
Dayik Hanîfe niha wek bebikên ku nû ji dayik bûne, zarokên xwe yên astengdar xwedî dike.
Hanîfe Tûzê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew malbateke xizan in, nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: "Zarokên min ên astengdar emanetê Xwedayê min in. Şikir ji Xweda re ev 55 sal in ku çi ji destê min hat min ji bo zarokên xwe kir."
Tûzê wiha dewam kir: "Zarokên min nikarin biaxifin, nikarin bimeşin lê şikir ji Xwedê re dengê min dibihîzin û gava ku tiştekî lazim be bi rêya dest û milên xwe dixwazin."
Tûzê got ku erkdarên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê xwest ku ew li zarokên min xwedî derbikevin.
Hanîfe Tûza ku di mêjiyê wê de ûr heye got ku wê tu cara nexweşiya xwe wek hincet nîşan nedaye û li zarokên xwe xwedî derketiye û wiha dewam kir: "Dewlet dixwaze zarokên ji bal me hilde û xwedî bike. Ji min re dibêjin 'Tu nexweşî nikarî êdî wan xwedî bikî.' Lê min pêşniyaza wan qebûl nekir. Heta ji dest û piya nekevim dê zarokên xwe xwedî bikim."