Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
24 Hezîran 2024•Rojanekirin: 27 Hezîran 2024
AGRI (AA) - Li Taşliçaya navçeya Agiriyê zevî bi çîçekên zer, binevşî, helesor û sor xemilîn.
Li navçeyê piştî ku di meha gulanê da baran barî, bi germbûna hewayê ra siruşt bi xwe va hat.
Li ser zeviyên navçeyê çîçekên zer, binevşî, helesor û sor vekirin.
Kesên ku ji rêya Agirî-Îranê ra diçin û tên, dema ku çav çîçekan dikevin, wesayîtên xwe li cihekî ewledar parq dikin û wêneyan dikişînin.
Zeviyên çîçekên celeb celeb bi droneyê hatin kişandin.