Fırat Atmaca,Günay Nuh,Sidar Can Eren
01 Sibat 2025•Rojanekirin: 02 Sibat 2025
Li Agirî, Erdexan û Tunceliyê serma û seqem berdewam e.
Li Agiriya ku bi şev termometreyan lê 21 pile dibinê sifirê da nîşan da, qeşa ket û qiravî çêbû.
Ji ber sermayê rûberê Çemê Muradê qeşa, dar û beran qiravî girt.
Hinek ji welatiyan ji bo parastinê wesayitên xwe bi betanî û brandeyan nixumandin.

- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sermayê qeşa ket.
Li bajêr bi şev termometreyan lê 25 pile dibinê sifirê da nîşan da, li ser rûberê Çemê Qurayê qeşa çêbû.

- Tuncelî
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê jî bi şev termometreyan lê 6 pile dibinê sifirê da nîşan da, qiravî li ser dar û beran çêbû.
Li navçeyê bi bandora sermayê çem, kanî û şelaleyan qeşa girt.
Hinek ajelên kovî yên ku ji ber berfê birçî man, daketin taxan û ji xwe ra li xwarinê geriyan.