İbrahim Atmaca
21 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Salih Topçuyê Erdexanî digel gulfiroşiyê gavantiyê jî dike û kêfxweş e.
Topçu 27 sal e li navenda bajêr gulfiroşiyê dike û ji bo ku zêdetir piştgiriyê bide aboriya malbat û welêt dest bi heywandariyê jî kir.
Topçu li navenda bajêr li ber karê gulfiroşiyê dertê zozanê taxa Halîl Efendî û gavantiyê dike.

Topçu zivistanê di tewleyê da heywanê xwe xayî dike, havînê jî derdixe zozanê. Topçu ji aliyekê va jî ji bo sparîşên çîçekan pê ra bigihîne, dixebite.
Salih Topçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê heywandarî karekî jêneger e.
Topçu diyar kir, ji bo ku ew zêdetir piştgiriyê bide aboriya malbat û welêt ew heywandariyê jî dike û wiha dewam kir:
"Ez ji herdu karan jî hez dikim. Carinan dema min çêdibe ez dertêm zozanê û heywanên xwe diçêrînim, carinan jî çîçekên xwe rast dikim. Ez bi eşq û zewq van herdu karan dikim. Ez him piştgiriyê didim aboriya malbata xwe him didim aboriya welêt."
Topçu got ku ew ji siruşt û heywanan pir hez dike û sedema serkeftina wî ya kar hezkirin û merhamet e.
Toçu diyar kir ku ew ji lîseya pîşeyê mezûn bûye û wiha dewam kir:
"Ez ji beşa metalê mezûn bûm. Min wek hesinkar dibistan kuta kir. Paşê dest bi gulfiroşiyê kir. Ev çend sal in jî heywandariyê dikim."