Îsal li bajêr barîna berfê ya herî zêde ya salên dawî bû. Berf heta biharê jî barî û xebatên paqijkirina berfê di Adar û Nîsanê da jî berdewam dikin.
Li derdora Çiyayên Şerefdînê li bilindahiya 2 hezar û 200 metreyî ku li navçeya Kanîreşê (Karliova) ye, li bakur xebatên paqijkirina berfê û vekirina rêyan bi ekskavator û makîneyên din yên giran berdewam dikin û bilindiya berfê cî bi cî digihêje nêzîkî 5 metreyan.
Rêya ku di zivistanê da çend caran hatibû vekirin, lê ji ber berfa zêde û bagerê dîsa hatibû girtin û ekîb ji bo rê vekin dixebitin.
Li beşeke Bîngolê zivistan heye, li beşa din jî hewaya biharê heye.
Li gundê Gozelera li başûrê bajêr û her wiha li deştên Bîngol û Sancakê bihar hatiye. Bi zêdebûna germahiya hewayê ra li van herêman, xweza kesk bûye, dar şîn bûne û zozan jî şên bûne.