10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
BITLÎS (AA) - Li Bedlîsê avahiyên dîrokî bi berfê xemilîn.
Li Bedlîsa ku dîroka wê 5 hezar sal e û ji bo gelek medeniyetan bûye cî û war, bi barîna berfê ra dîmenên balkêş û xweşik derketin meydanê.
Li Bedlîsê Keleha Bedlîsê, Medreseya Îxlasiyeyê û mizgeftên Şerefiye, Meydan û ya Mezin bi berfê xemilîn.
Li Bedlîsê di salên dawîn da tûrîzma zivistanê jî pêş dikeve û tesîsên xweşiqitandinê tên vekirin û dibe navend.