Önder Beyter
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
MUGLA
Li Bodruma navçeya Muglayê taviya ku ji duh vir va dewam dike, li ser jiyanê tesîreke neyînî hişt.
Baranê gava bi şev zêde kir, lehî rabû. Li navenda navçeyê li ser Kolana Cevat Şakir, Kolana Uçkuyular û Kuçeya Dereyê hin wesayîtên parqkirî ji ber lehiyê xişikîn û bûn xurde. Li ser Kuçeya Dereyê kamyoneteke parqkirî jî ji ber şideta avê welgeriya.
Li navçeyê hin mal û kargeh di bin avê da man. Herwiha welatiyên ku mal û kargehên wan di bin avê da man, ji rayedaran alîkarî xwestin. Ekîbên ewlekariyê wesayîtên li ser rê rakirin, ekîbên şaredariyê jî ava di mal û kargehan da texliye kirin.
Ji ber barana zêde li ciyên ku tevî avê herî jî diherike behrê, rengê behrê bû qehweyî.
Welatiyên ku mal û kargehên wan di bin avê da man, îdia kirin ku rayedaran tedbîrên pêwîst wernegirtine û bertek nîşan dan.

- Ekîbên îtfaiyeyê 2 kesên ku hindik mabû di ro da biçin xilas kirin
Di vê navberê da îxbar hat kirin ku li taxa Torbayê 2 kes hindik maye ku di ro da biçin. Li vê agahiyê, du botên Ewlekariya Qeraxan û tîmeke xozneberan hatin sewqkirin.
Hat ragihandin, Recep Koçê 39 salî û Cemîle Demîrtaşa 64 salî ku li devê behrê ji xwe ra masî digirtin, gava li wesayîta xwe siwar bûn, lehiyê ew xişikandin ber bi behrê û ew jî bi derfetên xwe ji wesayîtê derketine û herwiha bi destê ekîbên îtfaiyeyê paşê hatine xilaskirin.

- "Ziyana min pir e"
Terzî Mustafa Ateş ku kargeha wî di binê avê da ma, diyar kir ku kengî baran dibare, zirar digihîje kargeha wî û wiha dewam kir, "Hersal ev pirgirêk çêdibe. Tedbîrên pêwîst nayên standin. Ziyana min pir e, eşyayên min êdî bêkêr bûne."
Can Kocabaş jî diyar kir ku avê kamyonetek da ber xwe û ji ber hindê jî rêya kuçeyê hat girtin û wiha dewam kir, "Barana ku bi şev dest pê kir, destê sibê zêde kir. Kamyonetek û otomobîlekê rê girt. Kargehên nizim di bin avê da man. Zirara me zehf e."
- Şerîteke rêya Bodrum-Mîlasê hat girtin
Kevir û xuşkiyên ku bi lehiyê ra hatin, şerîteke rêya Bodrum-Mîlasê girt. Ji bo vekirina rê, ekîb bi makîneyên şixul dixebitin. Ber bi îstiqameta Bodrumê ji bo demekê trafîq bi tenê bi şerîtekê dewam kir.
- Ji Qaymeqamê Bodrumê Yilmaz daxuyanî
Qaymeqamê Bodrumê Bekir Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku nêzîkî 10 wesayîtî zirar dîtine û ji qedera 100 xanî û kargehan jî îxbara alîkariyê hatiye dayîn.
Yilmaz destnîşank kir ku di bûyerê da tukes birîndar nebû û wiha dewam kir, "Dibe ku hejmar zêde bibe lê em texmîn dikin ku nêzîkî 10 wesayîtî zirar dîtine. Ji xaniyan jî qedera 100î îxbar hatine dayîn. Aniha destnîşankirina reqemeke teqez ne mumkin e, xebatên me yên tesbîtê didomin. Şikir rewşeke mirin û birîndarbûnê tuneye. Baran bi piranî li navendê barî."
Yilmaz got ku di 24 saetên dawîn da li metrekareyekê 150 kîlogram baran barî û piraniya vê miqdarê jî destê sibê barî.
Ji bo tesbîtkirina ziyana madî, ekîban li navçeyê dest bi xebatê kir.