Hat ragihandin ku li Bodruma navçeya Muglayê keleka ku qaçax tê de bûn û hewl didan ku dereqanûnî herin Girava Kosê binav bû. Hat gotin ku li gor agahiyan hejmara miriyan derket 22yan
Waliyê Muglayê Amîr Çîçek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got keleka 15 mîtroyî û qaçax dibirin, li nêzî Karaadaya girêdeyiya navçeya Bodrûmê binav bû.
Walî Çîçek got ku di bûyerê de li gor agahiyên ewil ji 10an zêdetir kes mirin, nêzî 200 kes jî hatine xilaskirin.
Hat destnişan kirin ku xebatên xilaskirinê dewam dike.