Cem Şan
21 Mijdar 2024•Rojanekirin: 22 Mijdar 2024
Li Bursayê bahoza xurt a ku nîvê şevê bandora xwe zêde kir, li hinek taxan bû sedem ku hin tabela û panoyên reklaman qut bibin, konteynerên çopê qulibîn. Hinek dar çiqliyên wan şikestin û firiyan ser wesayitên derdorê. Di wesayitan da xisar çêbû.
Li taxa Alemdarê dara ku ji ber ba qulibî bi têlên elektirîkê aliqîn.
Li Baxçeyê Gel ê Soxaniliyê bi bandora ba derabeyên hesinî yên saheyên raxistî qulibîn.
Ji ber lodosa bi hêz, îskeleyeke înşaetê qulibî û zirar da otomobîlekê.
Bayê xurt ku ji saetên êvarê ve li bajêr rabûye bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Ji ber bayê lodosê li kolana Akpinar a Taxa Odunluk a navçeya Nîlûferê îskeleyên ku li derveyê înşaetekê hatibûn danîn, ketin ser rê.
Otomobîla ku di bin îskeleya qulibî da ma, zirar dît.
Ekîbên polêsan ên sewqî herêmê kirin jî li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.