Li Bursayê 13 kes bi îdiaya propagandaya rêxistinê kirine û di çalakiyên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê hatin lidarxistin de zirar dane dorberê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bursayê der barê çalakiyên bêdestûr de operasyo kirin.
Di operasyonê de yeka wan jin bi tevahî 13 kes hatin binçavkirin û ji ber sûcên "zirardayîna malê dewletê" û "propagandaya rêxistina terorê" sewqî edliyeyê kirin.
Li bajêr di 1ê cotmehê de jî 17 çalakvan hatibûn binçavkirin û 6 kesên ji wan bi biryara dadgehê hatibûn girtin û 11 kes jî serbest hatibûn berdan.