11 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Çinara navçeya Diyarbekirê di encama firtonê da minareya mizgeftekê kete erdê û banên hinek xaniyan zirar dîtin.
Bi sedema firtoneya xurt ku li navçeya Çinarê kara ye, minareya Mizgefta Hasê bi ser wesayitekê da ket. Hasan Azboyê (22) di nava wesayitê da birîndar bû. Birîndar Azboy rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û li wêderê piştî midaxeleya seretayî sewqî Diyarbekirê kirin.

Herwiha li navçeyê bi sedema firtonê serbanê Pêşdibistana Zubeyde Xanimê firiya û kete ser Dibistana Seretayî ya Mehmet Akif Ersoy. Di encamê da gelek serbanên xaniyên din jî firiyan û dar qulibîn.

Li navçeya ku ceyrana wê qut dibe, xebatên tesbîtkirina xisarê û rakirina enqazan didomin.