11 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
TUNCELÎ
Li Tunceliyê berxên li zozanan tên xwedîkirin di dema berodanê da digihêjin maka xwe.
Berxên li zozanan rojê du danan ji bo berodanê berdidin nav mîhan.
Bedrî Uzunê li Korlucaya gundê Pertekê pêz xwedî dike daxuyanî da rojnamevanan û got wexta mî dizên û berxê wan bûne ev mizgîniya biharê ye.
Uzun diyar kir rojê du danan berxikan ji bo berodanê berdidin nav mîhan û wiha got: "Berxik di nav pez da maka xwe nas dikin. Rojê du danan em berdidin nav hev ji bo bimijin."
Uzun destnîşan kir digel şert û mercên dijwar karê xwe dikin û got heger girîngiyê bidin heywandariyê wê bêkarî gelekî kêm bibe.