Ömer Ürer,Zafer Göder
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2022
Li Rêbeja Anadolu û rêya D-100ê ya ku di navbera Bolu û Duzceyê da ye mij zêde bi bandor e.
Ji ber mija ku serê sibehê tesîra wê zêde bû li rêbeja alî Duzceyê texma Batakliçîftlîk, Hatiplar, Sînîrcî, Otluoglu, Melena mezin û Melena Biçûk û texma gîşeyan mesafeya dîtinê kêm bû.
Li alî Boluyê jî li Elmalik, gîşeyên Abantê, Koroglu û texma serdaban mij bi tesîr e.
Ji ber mijê li ser rêya D-100ê mesafeya dîtinê kêm bûye. Şofêrên di rê da bûn ji wan texmên ku mij lê zêde bû bi baldarî derbas bûn û polêsan hişyarî da ku bila şofêr zêde nedin pey hev û bilez neçin.
Ji hêla din va mijê avêtiye ser navenda bajarê Duzce û Boluyê jî.