Fevzi Kemal Karagöz,Emin Tezerdi,İzzet Mazı
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li Gazîentab, Kahramanmaraş û Golbaşiya Adiyemanê mij çêbû û mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyan kêm bû.
Li navenda bajarê Gazîentabê serê sibehê mij çêbû û tengasî da kişandin. Mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyan kêm bû û li ser kolanên sereke trafîk çêbû.
Şofêran farên wesayîtên xwe vêxistin û hêdî hêdî çûn û hatin.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê mij çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû. Li bajêr bi şev mij çêbû û nava rojê jî dewam kir.
Li deverên bilind mij zêdetir ket, di rêyên ku diçin bajarên der û dorê da mesafeya dîtinê kêm bû.
Rayedaran hişyarî da ku li cihên mijê welatî baldar bin û şofêr mesafeya şopandinê biparêzin.
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê mij çêbû û şofêran tengasî kişand. Mij li deverên bilind zêdetir hat dîtin, di rêya Golbaşi–Meletî, Golbaşi-Kahramanmaraşê da mesafeya dîtinê heta 25 mêtreyan ket.
Hêzên asayîşê li çaryan û arteran tevdîr hildan û hişyarî dan şofêran ku baldar bin.