Midûriyeta Giştî ya Karsazî a Çandiniyê û Wezareta Karên Av û Daristanê xebat li ser kewan kirin û kew berdane quntarên Çiyayê Agiriyê. Li ser vê li Çiyayê Agiriyê yê Piçûk û Çiyayê Agiriyê yê Mezin de hejmara kewan zêde bû.
Midûrê Karên Av û Daristanê yê Îdirê Mete Tûrkoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 3 meh berê wan 1000 heb kew li herêmê berdane. Tûrkoglu diyar kir ku piştî lêkolînan wan dîtiye ku hejmara kewan her roj zêde dibe. Tûrkoglu wiha axivî:
"Wezareta Karên Av û Daristanê û Midûriyeta Giştî ya Karsaziya Çandiniyê ji bo ku jiyana xwezayî bê parastin kew berdan quntarên Çiyayê Agiriya Piçûk û Mezin. Li ser vê hejmara kewan sedî 70 zêde bû. Me li herêmê gelek kew ên gozel dît. Em pir kêfxweş dibin ku li herêmê heywanên biyanî tên dîtin. Ev ji bo hevsenga xwezayê pir girîng e."
Tûrkoglu diyar kir ku heke nêçîra wan neyê kirin dê hejmara wan zêde bibe û wiha axivî:
"Ev herêm her tim ji hêla fermandariya qereqolê ve tê parastin. Herêma ku ji bo kewan hatiye hilbijartin cihekî guncaw e. Berê li herêmê hejmara kewan ne zêde bû. Di lêkolînan de em rastî gelek hêlînan hatin. Bi vê xebata ku ji bo zêdekirina hejmara wan ev herêm bû herêma kewan."